Hevseroka DEM Partiyê: Tecîrdê li ser Ocalan rakin, bila were biaxive

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê got: “Muxatabê aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê birêz Abdullah Ocalan e ku di bin tecrîda girankirî de ye. Cihê çareseriya pirsgirêka kurd parlamento ye.” 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyeyê de bersiva daxuyaniyên Serokê MHPê da û got: “Tecîrdê li ser Ocalan rakirn, bila ew were biaxive.”

Hatîmogûllari got: “Serokê MHP’ê îro di axaftina koma xwe de ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan axaftinek kir. Tecrîd 44 meh in didome. Ji bo dawî li tecrîda li ser birêz Ocalan were em bi salan e têdikoşin. Raya giştî ya demokratîk bi salan e dibêje 'Divê tecrîd bê rakirin'. Divê teqez tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Em dibêjin bila fîzîkî were û biaxive.”

Herwiha got: “Hefteya borî, me got ka çi dibêje em hemû bi hev re temaşe bikin û bibînin. Em vê hefteyê jî heman gotina xwe dubare dikin. Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan derkeve û biaxive, em bi hev re bibînin ka çi dibêje.”

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna partiya xwe de gotibû: “Eger tecrîda li ser Ocelan rabe, bila were di civîna Koma DEM'ê de biaxive û diyar bike ku teror qediya ye û rêxistin ji holê hatiye rakirin.”