Ehmed Hoşyar: Geştên hêla Qeterê bo Hewlêrê nehatine rawestandin û berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê radigehîne ku, geştên hêla asmanî ya Qeterê bo Hewlêrê nehatine rawestandin û berdewam in.
Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Pêncşem, 24.10.2024) taybet ji malpera K24ê re ragehand, “Geştên hêla asmanî ya Qeterê bo Hewlêrê nehatine rawestandin û her roj geştên wê berdewam in.”
Ehmed Hoşyar herwesa got, “Hêla asmanî ya Qeterê tenê daxwaz kiriye ku guhertinan di dema geştên xwe de ji bo Balafirxaneya Nadewletî ya Hewlêrê bike; li dû karpêkirina xişteyê zivistanê, geşta hêla asmanî ya Qeterê her roj li seet 07:00 digehe Hewlêrê û li seet 08:15 jî geşta derkeftinê ji Balafirxaneya Nadewletî ya Hewlêrê ye.”
Navbirî herwesa di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Di her 24 seetan de mafê du geştan bi hêla asmanî ya Qeterê hatiye dan û her roj jî berdewam geştek heye.”
Hêla asmanî ya Qeterê îro (Pêncşem, 24.10.2024) di beyannameyekê de rawestandina “demkî” ya geştên xwe ji bo Îraq û Îran û Libnanê ragehand.
Hêla navbirî sedema rawestandina geştên xwe ji bo “rewşa niha ya Rojhilata Navîn” vegerand û tekez kir ku, li ser çavdêrîkirina rewşê ji nêz ve berdewam dibe, herwesa di dema pêdivî de nûtirîn zanyaran pêşkêş dike.
Hêla asmanî ya Qeterê tekez li ser wê yekê jî kir ku, silametiya swarên wê herdem li pêşiya karên wê dimîne.