Sûriye: Berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê bi mûşekan çend li xalên leşkerî li naverast û başûrê Sûriyeyê dan, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bûn.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Îsraîlê îro demjimêr 02:00, ji aliyê Golan û Başûrê Libnanê ve bi mûşekan êrîşî çend xalên li naverast û başûrê Sûriyeyê kir.
Wî jêderî da zanîn jî, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bûn û hejmarek ji wan xistin xwarê.
Îsraîl bi salan e li Sûriyeyê li armancên girêdayî Îranê ne dide, lê ji 7ê Cotmeha sala bor ve êrîşên xwe yên bi vî rengî zêdetir kirine.
Ev êrîş di demekê de ye, Îsraîlê îro berbangê zincîrek ji êrîşên asmanî li ser Îranê pêk anîn û dengê teqînan li Tehranê, Paytexta Îranê hat bihîstin.
Malpera “Axios” a Amerîkî li ser zarê berpirsên Îsraîlî û Amerîkî belav kir, Îsraîlê bi sê pêlên êrîşan Îran kiriye armanc û yekem pêlên wan êrîşan jî sîstema berevaniya asmanî ya Îranê bû.