Îranê kuştina 2 leşkerên xwe di êrîşên Îsraîlê de ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îranê ragihand, di dema rûbirûbûna êrîşa Îsraîlê li ser çend cihên leşkerî de, 2 leşkerên wê hatine kuştin.

Artêşa Îranê îro 26ê Cotmehê ragihand, sîstema wan a berevaniyê bi awayekî serkeftî rûbirûyî êrîşên Îsraîlê bû û ziyanên ku derketine, sînordar bûn. 

Ji aliyeke din ve, sê jêderên haydar ji malpera Axios a Amerîkî re ragihandin, Îsraîl roja Îniyê beriya êrîşên xwe yên asmanî, peyamek ji Îranê re şand û tê de hişyarî derbarê êrîşa xwe de da Îraniyan.

Wan jêderan amaje bi wê yekê jî kirin, peyama Israîlê hewlek e ji bo sînordarkirina bersivdayîna berdewam ên di navbera Îsraîl û Îranê de û ji bo rêgirtina li aloziyek berfirehtir.

Amaje bi wê jî kir, “Îsraîlê pêşwext ji Îraniyan re aşkere kiriye ku dê bi giştî êrişî çi bikin û êrişî çi nekin.”

Du jêderên din jî dan zanîn, Îsraîl hişyarî daye Îranê ta ku bersivê nedin êrîşan wê û tekez kir jî eger Îran bersivê bide, Îsraîl dê êrîşeke din a girîngtir bike, bi taybetî eger welatiyên Îsraîlî bên kuştin û birîndarkirin.

Îsraîlê îro berbangê zincîrej ji êrîşên asmanî li ser Îranê pêk anîn û dengê teqînan li Tehranê, Paytexta Îranê hat bihîstin.

Piştî 4 demjimêran ji êrîşê, Îsraîlê bidawîhatina êrîşa li ser Îranê ragihand, ku tê de bi sedan firokeyên şerker beşdar bûn. “The New York Times” jî ji zarê berpirsên Îsraîlî ragihand, Îsraîlê li nêzîkî 20 armancên li Îranê daye.

Berdevkê artêşa Îsraîlî Daniel Hegarî ragehand, ev êrîş bi raspardeya li ser asta siyasî weke bersivekê li hember êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîl û welatiyên wê hatiye pêkanîn.

Rayedarekî payebilind yê Amerîkî jî got, bersiva Îsraîlê ya li ser Îranê bi dawî bûye û ji Tehranê xwest ku bersivê nede û tundiyê neke û tekez kir: “Eger Îran biryara bersivdayînê bide, em ê Îsraîlê biparêzin û dê encamên xirab hebin.”