Qasim El-Arecî serkeftina hilbijartinan li Mesrûr Barzanî pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Cotmehê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de dawî guhartin û pêşhatên rewşa ewlekariya Iraqê bi giştî hat gotûbêjkirin.

Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê serkeftina proseya hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Iraqê, li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî li ser girîngiya zêdetir pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê û parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî hevnêrîn bûn.

 
 
Fly Erbil Advertisment