Mesûd Pizîşkiyan: Îran bersiveke guncayî dide Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Îslamî ya Îranê dibêje, “Komara Îranê li pey şerî nîne lê soz daye ku bersiveke guncayî ji bo êrîşên vê dawiyê yên Israîlê li ser pêgehên Serbazî yên Îranê bide.”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Yekşem, 27.10.2024) di civîna kabîneya hikûmeta xwe de got, “Komara Îranê li pey şerî nîne lê soz daye ku bersiveke guncayî ji bo êrîşên vê dawiyê yên Israîlê li ser pêgehên Serbazî yên Îranê bide.”
Mesûd Pizîşkiyan di civîna kabîneya hikûmeta xwe de got, “Em li pey şerî nînin, belkî em bergiriyê ji mafên gelê xwe û welatê xwe dikin.” Herwesa got, “Em dê berisveke guncayî ji bo destdirêjiyên rijêma Sehyonî bidin.”
Artêşa Israîlê li serê sibeha roja Şemî (26.10.2024) bi zêdetirî 100 balafir û dronan êrîş kir ser Îranê, ew jî wekî tolvekirina êrîşa berfireh a Îranê ku bi moşekên balistîk li roja 01.10.2024ê êrîş kir ser Israîlê.
Her li roja Şemî (26.10.2024), Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê êrîşa Israîlê ya li ser pêgehên serbazî yên Îranê wekî “binpêkirina eşkere ya qanûnên navdewletî û carnameya Neteweyên Yekgirtî” wesifand. Amaje jî da, “Îranê maf heye bergiriyê ji xwe bike, piştî wê lêdana Israîlê.”