Şêrwan Duberdanî: Şîe û Sune bi hilweşandina biryarên rijêma Beis re nînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê dibêje, “Piraniya aliyên Şîe û Suneyan bi hilweşandina biryarên rijêma Beis ên girêdayî dagirkirina erd û zeviyên deverên Kurdistanî re nînin.”
Endamê Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê Şêrwan Duberdanî îro (Yekşem, 27.10.2024) ji K24ê re got, “Aliyên Kurdî yên Civata Nûnerên Îraqê tekezê li ser hilweşandina biryarên rijêma Beis dikin, lê ji ber ku duberekiyeke zêde ya aliyên Erebî li ser wê pirojebiryarê heye, lewma ew edilandin paş dikeve.”
Şêrwan Duberdanî amaje jî da, “Piraniya aliyên Şîe û Suneyan bi hilweşandina biryarên rijêma Beis ên girêdayî dagirkirina erd û zeviyên deverên Kurdistanî re nînin.”
Endamê Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê di pareke din a gotinên xwe de got, “Aliyên Şîe dixwazin hilweşandina biryaran deverên wan jî vegire.”
Civata Nûnerên Îraqê îro (Yekşem, 27.10.2024) ji bo dengdanê li ser sê tewerên hestyar û giring civiya. Ew tewer jî ev bûn; pirojeqanûna lêborîna giştî, pirojeqanûna edilandina qanûna rewşa kesatî ya sala 1959ê, pirojeqanûna hilweşandina biryarên Civata Bilind a Şoreşê û vegerandina milkên dagirkirî ji bo xwediyên wan û herwesa pirojeqanûna xizmet û xanenişîniya Heşda Şebî.
Ji ber çêbûna nakokiyan di navbera endamên Civata Nûnerên Îraqê de li ser pirojeqanûna edilandina rewşa kesî, hilweşandina biryarên Civata Bilind a Şoreşê û xanenişîniya Heşda Şebî, li destpêkê Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî dengdana li ser wan çend pirojeqanûnan paş xist, lê paştir rûniştina xwe jî ji bo demeke nediyar paş xist.
Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan û Zindaniyên Siyasî li Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî jî di vî warî de taybet ji K24ê re ragehand, “Di rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îraqê de, li destpêkê 174 perlemanter amade bûn û civînê dest pê kir, paşî Suneyan dest bi çêkirina arêşeyan kir.”