Tirkiye.. Operasyonek li dijî DAIŞê hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Karên Navxweyî Yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên bi navê GURZ-23 ên dijî DAIŞê de, li 45 bajaran 216 kes hatine binçavkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji hesabê xwe yê Xê ragihand ku, hêzên ewlekariyê li 45 bajaran hember DAIŞê operasyona GURZ-23 li dar xistine.
Wezîrê Karên Navxweyî Yê Tirkiyeyê eşkere jî kiriye, di encamê de 216 kes hatine binçavkirin ku di nava wan bajaran de bajarên Bakurê Kurdistanê ên wek Semsur, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzirom, Dîlok, Mereş, Kîlîs, Rûha jî hene.
Pêştir Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh jî li roja (Pêncşem, 24.10.2024) ragehandibû, “Çalakiyên DAIŞê berdewam in û DAIŞ hêşta cihê metirsiyê ye, lewma jî operasyonên hevpar ên Amerîkayê û hêzên ewlehiyê yên Îraqê dê li dijî wê rêkxistinê berdewam bin.”