Li Efrînê çandina fistiqan zêde bûye
Efrîn (K24) – Ji ber rewşa dijwar a aborî û guherîna keşûhewayê, cotkarên Efrînê berê xwe didin çandiniya berhemên din ên ku berê kêm dihat çandin, yek ji wan jî fistiq e, lê hîn nirxê fistiqan ne bi dilê wan e ku bihayê tonek fistiq li Efrînê di navbera 650 û 700 dolarî de ye.
Li Efrînê êdî cotkar dest bi çandina fisteqan kirine li şûna sebzeyan. Li gorî cotkaran jî, guhertina keşûhewayê û rewşa aboriye xirab du ji sedemên sereke yên çandina fistiqan bûn.
Cotkar Kawa Omer ji K24ê re got: “Ziyan ji çandiniya fistiqan nîne. Berhemanîn jî baş e, ev bû du sal in ez diçînim, berhem baş e. Min 4 donim çandin, heta niha min 4 barhilgir jê rakirine.”
Yek ji astengiyên herî mezin li pêşiya çandina sebzeyan, kêmbûna avê bû , lewma gelek ji cotkaran berê xwe dan çandiniya fisteqan, lê astengî li pêşiya vî berhemî jî hene, wek nirxê fisteqan li bazara navxwe erzan e û rêya şandina wan ji bo derveyî vê navçeyê nîne.
Cotkar Elî Xalid dibêje: “Me çandina fistiqan ji Hemayê bi xwe re anî, lê li vir jî zehmetî hene, wek kêmbûna avê û bilindbûna bihayê semad û dermanan. Buhayê tonek fistiq di navbera 600 û 700 dolarî de ye û eger were hinardekirin dê dibe hezar dolar. Em hêvî dikin ku rê bên vekirin û fistiq bo bazarên derve bên şandin.”
Pêştir çandiniya fistiqan li Efrînê kêm bû, lê di van salên dawî de, rûberên zêdetir bi vê berhemê bi fistiqan tên çandin.