Komîsyonê encamên dawî yên hilbijartinê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bang li hemû aliyan kir ku li gorî encamên hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê tevbigerin.

Ragihand jî, komîsyonê bi awayekî şefaf proseyê birêve bir û spasiya karmend, hêzên ewlehiyê û hemû dengderan kir. Herwiha pîrozbahî li lîsteyên serketî û namzedên derçûyî kir.

Herwiha bal kişande ser serkeftina proseyê û got: Zêdetirî 1800 çavdêr û rêxistinên biyanî ligel zêdetir ji 10 hezar çavdêrên navxweyî proseya dengdan û hilbijartinê şopandin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan got jî: hemû giliyên ku li komîsyonê hatibûn tomarkirin, hatine lêkolînkirin.

Li gorî encaman, lîsteyên serketî yên her çar bazneyên hilbijartinên wiha ne:

Bazneya Silêmaniyê:

626 hezar û 224 dengên rast hebûn. Koma kursiyan 38 e, ji wan 25 kursî ji bo peyayan, 11 kursî ji bo jinan û 2 kursî jî ji bo pêkhateyên Tirkmen û Xiristiyanan e.

Lîsteya 129 a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 257359 deng - 15 kursî

Lîsteya 157 a Tevgera Newey Niwê: 136447 deng - 8 kursî

Lîsteya 190 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 57659 deng - 3 kursî

Lîsteya 148 a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 42807 deng - 3 kursî

Lîsteya 161 a Tevgera Helwestê: 29416 deng - 2 kursî

Lîsteya 147 a Komeleya Dadweriyê ya Kurdistanê: 36707 deng - 2 kursî

Lîsteya 169 a Bereyê Gel: 20355 deng – 1 kursî

Lîsteya 114 a Tevgera Gorran: 9736 - 1 kursî

Lîsteya 133 a Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 8399 deng - 1 kursî

Namzetê hejmar 207: Dana Amanc Necîb Şemûn ji pêkhateya Xiristiyanî

Namzetê hejmar 228: Nejdet Nûrî Mihemed Ereb ji pêkhateya Tirkmen.

Bazneya Hewlêrê:

669 hezar û 273 deng rast bûn, bi giştî 34 kursî ne, ji wan 22 ji bo peyayan, 10 ji bo jinan û 2 kursî jî bo pêkhateyên Tirkmen û Xiristiyanan in.

Lîsteya 190 a PDKê: 347786 deng – 17 kursî

Lîsteya 129 a YNKê: 111102 deng – 6 kursî

Lîsteya 157 a Tevgera Newey Niwê: 104222 deng - 5 kursî

Lîsteya 148 a Yekgirtûya Îslamî: 24178 deng - 1 kursî

Lîsteya 161 a Tevgera Helwest: 16871 deng - 1 kursî

Lîsteya 147 a Komeleya Dadwerî: 20265 deng - 1 kursî

Lîsteya 169 a Bereyê Gel: 9776 deng – 1 kursî

Namzetê hejmar 229 Ramî Nûrî Odîş Danyêl: 6753 deng ji pêkhateya Xiristiyanan

Namzetê hejmar 208 Muna Nebî Nadir Ebdullah: 3666 deng ji pêkhateya Tirkmenan

Bazneya Dihokê:

540 hezar û 15 deng rast bûn, bi giştî 25 kursî ne, ji wan 16 ji bo peyayan, 8 ji bo jinan û kursiye jî bo pêkhateyên Xiristiyanan e.

Lîsteya 190 a PDKê: 402152 deng – 18 kursî

Lîsteya 148 a Yekgirtûya Îslamî: 42732 deng - 2 kursî

Lîsteya 157 a Newey Niwê: 46631 deng - 2 kursî

Lîsteya 129 a YNKê: 28557 deng – 1 kursî

Lîsteya 161 a Tevgera Helwest: 8438 deng - 1 kursî

Lîsteya 169 a Bereyê Gel: 9776 deng – 1 kursî

Namzetê hejmar 213 Jêmis Hisdo Hîdo Dawûd: 5535 deng ji pêkhateya Xiristiyanan

Bazneya Helebceyê:

38 hezar û 936 deng rast bûn, bi giştî 3 kursî ne, ji wan 2 ji bo peyayan, 1 ji bo jinan e.

Lîsteya 129 a YNKê: 12530 deng – 1 kursî

Lîsteya 148 a Yekgirtûya Îslamî: 7847 deng - 1 kursî

Lîsteya 190 a PDKê: 4940 deng – 1 kursî

 

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment