CENTCOM: 35 endamên DAIŞê li Sûriyeyê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir, di encama êrişên Amerîkayê de, di vê hefteyê de 35 endamên DAIŞê li Sûriyeyê de hatine kuştin.

CENTCOM duhî 30ê Cotmehê di daxuyaniyekê de diyar kir, wan li çend cihên DAIŞê li biyabana Sûriyê xistine û çend ji serkirdeyên wê kirin armanc.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê da zanîn jî, di encama êrîşên 28ê Cotmehê de ti amaje li ser kuştina sivîlan nîne.

Herwiha got: “Êrîşên asmanî dê şiyana DAIŞê ya plankirin, rêxistinkirin û pêkanîna êrîşan li dijî sivîlan û li dijî hevalbend û hevkarên Amerîkayê li seranserê herêmê û derveyî wê pûç bike.”

Di daxuyaniyê de hat got, “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê dê bi hevalbend û hevkarên xwe berdewam be li ser têkdana karînên DAIŞê, ji bo misogerkirina têkçûna daimî ya wê rêxistinê.”