Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber egera lehiyan hişyarî hate dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barîna berf û baran û egera lehiyan, li heft bajarên Bakurê Kurdistanê bi rengê zer hişyarî hate dayîn.
Li gorî Keşnasiya Tirkiyeyê, pêleke bihêz a berf û baranê gelek navçeyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê vegertiye.
Da zanîn, ji demjimêrên sibehê ve, li Mêrdîn û Şirnexê pêşbîniya barîna baraneke bihêz tê kirin. Her wiha li Batman, Sêrt, Bidlîs, Colemêrg û Wanê jî pêşbîniya baraneke bihêz û berfê tê kirin.
Keşnasiya Tirkiyeyê, bi rengê zer bo her heft bajaran hişyarî da û ragihand, li bilindahiyên Wan, Colemêrg û Şirnexê tê pêşbînîkirina berfeke zêde tê kirin.