Serok Barzanî pêşwaziya hejmareke kesatî û nûnerên komele û rêxistinên Kurdên Feylî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi hejmareke kesatî û nûnerên komele û rêxistinên Kurdên Feylî re radigehîne, “Kurdên Feylî nîşana fedakarî û Kurdperweriyê ne û mînakeke diyar a wê zilim û stemê ne ya ku li dijî gelê Kurd hatiye kirin.”
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 03.11.2024) li Pîrmamê pêşwaziya hejmareke kesatî û nûnerên komele û rêxistinên Kurdên Feylî kir.
Şanda mêvan di wê hevdîtinê de kurtiyek ji arêşe û giriftên xwe û mijara bêparbûna hejmareke zêde ya Kurdên Feylî ji maf û nasname û şûnwarên azardan û veguhastina wan û encamên siyaseta şovînî ji Serok Barzanî re berçav kir, ku li ser destê rijêma berê ya Îraqê li dijî Kurdên Feylî hatine kirin û heta îro jî pareke wan arêşeyan her berdewam in.
Şanda mêvan herwesa spasiya Serok Mesûd Barzanî kir ku, herdem bergirî ji mafên Kurdên Feylî kiriye ji wan arêşe û astengên ku hene, herwesa herdem tekez li ser vegeriyana wan û çespandina mafên wan kiriye.
Zêdebarî bixêrhatina kesatî û nûnerên rêkxistin û komeleyên Kurdên Feylî, Serok Barzanî her di wê hevdîtinê de rêz ji bo helwestên wan hebû û ragehand, Kurdên Feylî nîşana fedakarî û Kurdperweriyê ne û mînakeke diyar a wê stem û çewsandinê ne ya ku li dijî gelê Kurd hatiye kirin.
Serok Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku, Kurdên Feylî ji ber nasnameya xwe ya neteweyî tûşî zilim û derbiderî û awarehiyê bûne. Herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku, her tiştekê ji bo piştevanîkirin û binecihkirina tevaya maf û daxwaziyên Kurdên Feylî ji destê wan bê dê bikin.