Hêla asmanî ya Amerîkayê geştên xwe bo Israîlê heta Nîsana 2025ê hilweşandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Kompaniya hêla asmanî ya Amerîkayê geştên xwe ji bo Israîlê û ji Israîlê heta Nîsana sala 2025ê hilweşandin.
Ajansa Pexşê Israîlê îro (Yekşem, 03.11.2024) parve kiriye, “Kompaniya hêla asmanî ya Amerîkayê hemî geştên xwe ji bo Israîlê û ji Israîlê heta Nîsana sala 2025ê hilweşandin.”
Ev di demekê de ye ku hejmareke hêlên asmanî yên navdewletî geştên xwe ji bo Israîl û Libnan û Îranê rawestandine, ew ji ber tirsa zêdebûna girjiyan li wan deveran.
Îranê soz daye ku bersiva Israîlê li beranberî kuştina Serokê Mekteba Siyasî ya Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye bide, ku li mêvanxaneyeke girêdayî artêşa Pasdarên Îranê li Tehranê hat kuştin.