Bergiriya Şaristanî ya Helebceyê ji welatiyan dixwaze ji malên xwe dernekevin
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Helebceyê daxwazê ji welatiyan dike ku, ji ber rabûna lehiyê li malên xwe bimînin.
Birêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Helebceyê îro (Yekşem, 03.11.2024) di ragehandinekê de daxwazê ji welatiyan dike ku, ji ber metirsiya lehiyê û pêxemetî parastina canê xwe ji malên xwe dernekevin.
Bergiriya Şaristanî ya Helebceyê dibêje, “Gelek erebe asê bûne, wan malên ku metirsiya lehiyê li ser heye jî bi zûtirîn dem berdin, ji ber ku av çûye nav hejmareke zêde ya erebe, dikan û xaniyan."
Çavkaniya navbirî herwesa amajeyê dide, “Ev pêla baranê ya bihêz hejmareke tax û sûkan jî vegirtiye, herwesa lehî û barîna baranê jî berdewam zêdetir dibin.”