Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê bi Elî Sistanî re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke haydar ji Nûnerîtiya Neteweyên Yekgirtî eşkere kir, “Îro (Duşem, 04.11.2024) Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Mihemed Hesan ji bo hevdîtina Lêvegerê Bilind ê Şîeyan Elî Sistanî gehişt parêzgeha Necefê."
Wê çavkaniyê herwesa got, “Di demeke gelek hestyar de ku gef û girjiyên ewlehiyê li deverê û Îraqê zêde bûne, Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Mihemed Hesan û şanda pê re gehiştin bajarê Necefê, ji bo ku bi Lêvegerê Bilind ê Şîeyan Elî Sistanî re bicivin.”
Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Biryar e Hesan danûstandinan li ser çend doz û mijarên niha bi Sîstanî re bike û helwesta Sistanî li ser wan mijaran bizane, ji bilî haydarkirina wî li ser giringtirîn mijarên ku bala nûnerîtiya navdewletî li ser e, heta ku bizav ji bo çarekirina wan bê kirin.”
Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê got, “Ez dilxweş bûm ku min Rêzdar Sistanî dît, herwesa min guhdariya hikmeta wî û nerînên wî ji bo deverê û Îraqê kir û min bi wî re lihev kir ku, em ji bo bihêzkirina pêgeha Îraqê bi hevparî kar bikin.”
Amaje jî da, “Me tekez kir ku Neteweyên Yekgirtî dê li ser piştevanîkirina Îraqê berdewam be, herwesa Sistanî daxwaz ji min kir ku serpişkiyan di berjewendiya Îraqê de bi cih bînim. Sistanî pêşbîniyê dike ku Îraq peywendiyên xwe bi cîranên xwe re bihêz bike, û em bi piştgirîkirina serpişkiyên Îraqê pabend in û em dettêwerdanê nakin ji bilî ku bi şêwirmendiyê nebe.”
Ji piştî rûdanên 07ê Cotmeha 2023ê, komên çekdar ên Îraqê ku xwe wekî Bereyê Miqawemeyê daye nasandin bi dehan êrîş kirine ser Israîlê, ev jî bûye sedema çêkirina metirsî û aloziyan li ser Îraqê, ji ber ku Israîl gefan li her kes û aliyekî dike ku êrîşê bike ser wan, herwesa gelek caran gefên tolvekirinê jî li wan koman dike.