Li Êlihê alozî di navbera endamên DEM Partî û polîsan de derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî danîna qeyûman, endamên DEM Partiyê li ber Şaredariya Elihê ev biryar şermezar kirin û di navbera endamên DEM Partî û polîsan de alozî derket. 

Endamên DEM Partiyê xwestin bikevin avahiya şaredarîyê, lê polîsan destûr neda. Komê bi zorê barikata polîsa danîn. 

Şaredera Elîhê Gulistan Sonûk ku qeyûm di şûna wê da hat danîn, li ber şaredarîya Elîhê bang li gel kir û got, werin doza berxwedanê bikin.

Gulistan Sonûk got: “Em bang li her kesî dikin ku ji bo berxwedanê werin ber şaredarîyê, çand, ziman û jiyana xwe  biparêzin. Dagirkerî dikuje, berxwedanî jîyanê berdewam dike. Emê giş li vir berxwe bidin.”

Herwiha got: “Em ne ew kes in ku îradeya xwe ji fermanberekî erzan re bihêlin. Me berê jî ji wan re nehişt îro jî em nahelin. Em li vê derê ne. Ya ewê me ji vê derê bi erdê re bikşînin bibin yan jî me kelepçe bikin û bibin. Emê li vir bisekinin û li vir qezenç bikin. Ev şaredarîyê me bi xera kesî qezenç nekirîye. Me vê şaredarîyê bi keda astengdaran, jinan, extîyaran, ciwanan û zaroka qezenç kir. Bi xêra jîyana wan qezenç kir.”