Hatîmogullari: Em ji aştiyê amade bûn lê wan li şûna aştiyê qeyûm tayîn kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Êlihê tayînkirina qeyûm şermezar kir û got: “Tu derdê van ê aştiya navxweyî tune ye. Em ê li dijî darbeyan serî netewînin."
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Talay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan, piştî tayînkirina qeyûm hatin Êlihê û li wir daxuyanî dan çapemeniyê.
Di çalakiyê de li gel Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, hevserokên DBP'ê, rêveberên DEM Partî û DBP'ê, endamên meclisa şaredariyê, aktîvîstên TJA'yê û gel amade bûn.
Di çalakiyê de Hatîmogullari axivî û wiha got: “Şaredarî yên gel in. Gel bi xwe ye. Şaredarî gelê Êlihê bi xwe ye. Yên çar dîwar xesp kirin, bila zanibin ku tevî qeyûman gel dîsa şaredariyên xwe hilbijartin. Dê dîsa hilbijêrin.”
Hatîmogullari, da zanîn ku bi tayînkirina qeyûm darbe li vîna gel xistine û wiha got: “Ji ber di aliyê siyasetê de nikarin bi me, bi tonan polîs anîne li vir kom kirine. Bi destê darazê darbeyê pêk tînin. Ev darbe bi qasî siyasî ye ew qas darazî ye.
Herwiha got: “Gotin ‘Em ê aştiya navxweyî pêk bînin' Tu armanc û derdê van ê aştiyê tune ye. Me got 'Em ji aştiyek bi rûmet re amade ne.' Lê wan li şûna aştiyê qeyûm tayîn kir. Bila zanibin ku gelê me li dijî van qeyûman bêdeng namînin. Gelê me û DEM Partî dê vê lîstikê xera bikin. Em ê li rûmeta xwe û aştiya bi rûmet xwedî derkevin.”