Li Êlihê zêdetir ji 60 kesan hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsan êrişî kesên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê li ber xwe dan kirin û herî kêm 60 kes binçav kirin.
Piştî Şaredariya Êlihê hat desteserkirin, li kolanên bajêr bi çepik û dirûşmeyan, çalakiyên şermezarkirinê hatin kirin. Polîsan bi guleyên plastîk, ava şid û gaza îsotê êrişî çalakiya gel kir.
Hat ragihandin, di dema çalakiyan de endamên meclisa şaredariyê jî di nav de, herî kêm 60 kes hatin binçavkirin.
Ev yek piştî wê tê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê duhî biryar li ser dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê û danana qeyûman li cihên wan dabû.