Donald Trump dengê xwe da
Navenda Nûçeyan (K24) - Kandîdê Komariyan Donald Trump ji bo wergirtina postê Serokatiya Amerîkayê, di hilbijartinên sala 2024ê yên Serokatiya Amerîkayê de, li Wîlayeta Filorîdayê dengê xwe da.
Kandîdê Komariyan Donald Trump îro (Sêşem, 05.11.2024) ji bo wergirtina postê Serokatiya Amerîkayê, li Wîlayeta Filorîdayê dengê xwe da.
Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê îro (Sêşem, 05.11.2024) hatin destpêkirin û du berbijar ji bo wergirtina postê Serokatiya Amerîkayê pêşbirkêyeke tund dikin, ew jî Donald Trump ji partiya Komariyan û Kamala Haris ji partiya Demokratan.
Kandîdê Komariyan Donald Trump piştî dengdanê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de ragehand, “Îro di dîroka Amerîkayê de giringtirîn roj e û pêdivî ye xelk biçe ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bide.”
Trump eşkere jî kir, “Xelk bi coş bi rêz bûye ji bo ku tevlî dengdanê bibe lê demokratên komonîst ên tundrê dixwazin ku, xelk biçe malên xwe û dengê xwe nede.”
Herwesa tîma hilbijartinan a kandîda Demokratan Kamala Haris jî ragehand, “Di vê piroseya hilbijartinan de metirsî li ser abor û mafê anîna zarokan heye.” Tîma kandîda Demokratan daxwazê ji welatiyan dike ku tevlî dengdanê bibe.
Seet 02:00 ê piştî nîvroya îro (Sêşem, 05.11.2024) (bi dema Hewlêrê) gera 60ê ya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê hat destpêkirin û dê heta seet 04:00 ê serê sibeha sibe (Çarşem, 06.11.2024) berdewam be.