Macron pîrozbahiya Donald Trump dike

Emanuel Macron
Emanuel Macron

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê pîrozbahiya Donald Trump dike, ji ber serkeftina wî di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de.

Serokê Fransayê Emanuel Macron îro (Çarşem, 06.11.2024) li ser pilatforma Xê pîrozbahiya Trump kir û got, “Pîroz be, Donald Trump. Ez amade me ku em bi hev re kar bikin, herwekî çawa me ji bo dema çar salan bi hev re kar kir. Bi baweriya mukom a me her duyan, bi rêz û armanc û hêviyên me, ber bi zêdetir aştî û jiyarxweşiyê.”

Seet 02:00 ê piştî nîvroya duhî (Sêşem, 05.11.2024) (bi dema Hewlêrê) gera 60ê ya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê hat destpêkirin û heta seet 04:00 ê serê sibeha îro (Çarşem, 06.11.2024) berdewam bû.

Du kandîd ji bo bidestxistina postê Serokatiya Amerîkayê pêşbirkêyeke tund dikin, ew jî Donald Trump ji partiya Komariyan û Kamala Harris ji partiya Demokratan in.

Serokê Civata Nûnerên Amerîkayê Mike Johnson jî îro (Çarşem, 06.11.2024) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Kandîdê Komariyan ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Donald Trump piraniya dengan bi dest xistin û bû serokê 47ê yê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê.”

Tevî ku bi awayekî fermî encamên hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê nehatine ragehandin, lê tora nûçeyan a Fox Newsê jî ew nûçe piştrast kiriye û dibêje, “Trump zêdetirî 277 kursiyên Komeleya Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bi dest xistine û bûye serokê nû yê Amerîkayê.”

Herwesa li dû encamên berahiyê yên hilbijartinan, Partiya Komariyan piraniya Civata Nûneran û Civata Pîran bi dest xistine.