Li Tirkiyeyê Bijîşkên Malbatê 3 rojan dev ji kar berdan
Diyarbekir (K24) – Yekîtîya Bijîşkên Tirk bertek nîşanî rêziknameya ku bi cîbicîkirin da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi rêziknameyê dê bijîjk û nexweşan bên hemberî hev. Bijîşkên malbatê dîyar kirin dê 3 rojan dev ji kar berdin û ewê nexebitin.
Yekîtîya Bijîşkên Tirk bertek nîşanî rêziknameya ku hatîye cîbicîkirin da û 3 rojan dev ji kar berdan. Di daxuyanîya Yekîtîya Bijîşkên Tirk de hat diyarkirin ku wezaretê hemû hişyarî, pêşniyar û rexne guh nedaye û rêzikname cîbicîkirine. Ji ber vê yekê wek çar aliyê Tirkîyê Li Dîyarbekirê jî daxuyanî hat dayîn û bijîşk 3 rojan dev ji kar berdan.
Serokê Jûra Bijîşkan a Diyarbekirê Veysî Ulgen ji K24ê re got: “Di rêziknamê de nahêle ku em li gora dilê xwe reçeta xwe binîvîsînin. Mafê me yê aborî qut dike. Me giş ceza dike. Şert û mercê me xerab dike. Ji ber vê em 14 rexistin civîne. Mer îro dest bi karberdanê kir. Karberdana me jî serkeftîye.”
Bijîşk li ber Midûriyeta Tendurîstîyê ya Diyarbekirê hatin cem hev û xwestin rêzikname bi lezgîn bê guhertin. Diyar kirin ku rawestina bijîşka ewê heya 7’ê Mijdarê bidome.
Serokê Sendîkaya Deng ya Şaxa Diyarbekirê Mehmet Nur Ulus dibêje: “Dibêje ku tu li ser birêvebirine bi meşî. Tu ciqas nexwe mêze kiribî ezê ewkas pere bidim te. Ê ev ji sedî sed şaş e. Ji aliyê hişmendiya tenduristiyê ve jî şaş e. Hemû gelê me û tenduristvan jî li ser vê şaşiya partîya AKP ê bisekinin. Emê hişyariya xwe jî berdewam kin. Heya wan daxwazên me, rexnê me bigîhîje wan emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”