Rêxistinên Parêzeran: Danîna qeyûman li dijî yasayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê hejmarek rêxistinên parêzeran danîna qeyûman a li ser şaredariyên Mêrdîn û Batmanê bi daxuyaniyeka rojnamevanî şermezar kirin. Li gor parêzeran danîna qeyûman binpêkirina viyana gel û yasayê ye. 

Karvedanên danîna qeyûman a li ser şaredariyên DEM-Partiyê berdewam e û nerazîbûna herî dawî ya li ser vê mijarê ji aliyê rêxistinên parêzeran a Stenbolê ve hate nîşan dan. 

Parêzeran, dirûşma “danîna qeyûman binpêkirina viyana gel e”, bilind kirin û li gor wan, mafê hilbijartinê ji destê Kurdan hatiye standin. 

Parêzer Mustafa Eraslan ji K24ê re got: “Cihên ku dewlet nikare şaredariyan bidest bixe, serî li qeyûman dide û dixwaze bi riya qeyûman şaredariyan bidest bixe. Ev e binpêkirina viyana gel e. Herwiha rê naye dayîn civata şaredariyê jî şarederek nû bo xwe hilbijêre. Ev jî li dijî biryarên Dadgeha Bilind e.”

Parêzek jî diyar dike, danîna qeyûman ji bilî binpêkirina vîyana dengdêran, binpêkirina yasayê ye. Lewra  berbijêr berî ku wekî şaredar werin hilbijartin, mafê berbijêriyê ji Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind ve werdigrin. Ev maf jî tê wê wateyê ku çi astengiyeka yasayî li pêşiya wan niye.

Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Mizgîn Argiş dibêje: “Komîsyona Bilind a Hilbijartinê berbijêriya şaredaran qebûl kiribû û çi astengiyeka yasayî li pêşiya wan nebû. Lê piştî ku wekî şaredar tên hilbijartin hincetên yasayî ku lêpirsînên wan ên berê li xwe digre, derdixin pêşiya şaredaran. Lewma em dibêjin, ev biryar yasayî niye siyasî ye û bi ti awayî cihê wê di yasayê de niye. Herwiha qeyûm di roja salvegera zindanîkirina Selaheddîn Demîrtaşî de hate dayîn. Ev jî siyasîbûna wê diselmîne.

Parêzer diyar dikin, daxuyaniya wan a rojnamevanî ya li dijî qeyûman îro li vir dawî dibe lê çalakiyên wan dê li hemû qadên jiyanê berdewam bibe heta ku hikûmeta Tirkiyeyê dest ji siyaseta xwe ya qeyûman berde.