Li Şarezorê 1560 kes ji ber zikçûn û vereşînê gihîştin nexweşxaneyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, 1560 kes ji ber zikçûn û vereşînê gihîştine nexweşxaneyên Şarezorê li parêzgeha Helebceyê.

Dr. Saman Berzincî îro 8ê Mijdarê di konferanseke rojnamevanî de got: “Li Şarezorê di 48 demjimêrên borî de, 1560 kes ji ber zikçûn û vereşînê gihîştine nexweşxaneyê.”

Got jî: “Tîmên me hem li nexweşxaneyan hem jî li çavkaniyên ava vexwarinê dest bi lêkolînan kirine, ji bo tespîtkirina cureyê bakteriyan.”

Berzincî amaje bi wê jî kir jî, yek ji wan sedeman vê rewşê, tevlihevbûna ava çandiniyê bi ava vexwarinê bû, li ser çemê Bêstan Sor ku projeyên ava paqij jê dabînkirin.

Herwiha got: “Bûyer ji ber lehiya ku di van rojên dawî de çêbûye, derketiye. Herwiha rêjeya klorê kêm jî bû, ji ber vê yekê em lêkolînan dikin.”

Dr. Saman got: “Xweşbextane halet sivik û navîn hebûn, yên giran tunebûn, tenê zarokek bo Silêmaniyê hatiye veguhestin, piraniya wan vegeriyane malên xwe.”