Hilberîna Dana Gazê li kêlgeha Kormorê zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Dana Gas a Îmaratî ku li çend kêlgehên gazê li Herêma Kurdistanê kar dike, raporta dahat û berhemanîna xwe ya îsal eşkere kir û ragihand, berhemanîna wê li Herêma Kurdistanê %3 zêde bûye.
Di raporta Kompaniyayê de hatiye, “Berhem di 9 mehên îsal de 112 milyon bermîl bû û bi vê yekê rêjeya zêdekirina berheman li Herêma Kurdistanê %3 bû, bi awayekî ku 38 hezar û 200 bermîl di rojekê de.
Da zanîn jî, “Hejmara mafên ku di neh mehên borî de hatine wergirtin, 238 mîlyon dolar bû, li gorî heman heyama sala borî ku 167 mîlyon dolar bû, ku zêdebûna bi qasî 71 mîlyon dolar heye.”
Dana Gas got, “Kompaniya Pearl Petroleum, ku çavdêriya avakirina kêlgeha Kormor 250 dike, dê di demek nêzîk de dest bi kar bike.”
Tevî vê zêdebûna berhemanînê, kompanî dibêje ku ji ber kêmbûna qebar û bihayê gaza şil (LPG) û hin berhemên din ên hîdrokarbonê, qazancên wê li gorî heman heyama sala borî %11.3 kêm bûye.