Di xwepêşandanên Êlihê de 173 kes hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Êlihê di xwepêşandanên li dijî danîna qeyûman de, 173 kes hatin binçavkirin û 18 kes hatin zîndankirin.
Di xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî danîna qeyûman de, li Êlihê 173 kes hatin binçavkirin. Hejmarek kesên ku hatine binçavkirin derketin pêşberî dadgehê û ji wan 18 kes hatin zîndankirin ku di nav de 3 zarok jî hene.
Herwiha lêpirsinkirina 28 kesan didome û tê çaverêkirin di demeke nêzîk de derkevin pêşberî dadgehê.
Bi fermana Wezareta Navxweya Tirkiyê, 4’ê Mijdarê bo şaredariyên Mêrdîn, Êlihê û Xelfetî qeyûm hatin danîn. Danîna qeyûman rastî nerazîbûn gel hat. Li Êlihê ji 4 - 8 Mijdarê xwepêşandan birêve çûn.
Li Xelfetî jî, ji ber beşdariya bûyer û xwepêşandanên dijî danîna qeyûman, 10 kes hatibûn zîndankirin.