Rêveberiya Xweser careke din nirxê mazotê zêde kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser careke din nirxê mazotê bilind kir û pê re nirxê hemû kelupelan û sotemeniyê bilind bû û nerazîbûn li kolanê di nav welatiyan de çêbû û welatî dibêjin, Rêveberiya Xweser bi biryayên ne berpirsyane barê wan giran dike.
Bo duyemîn car di salekê de, Rêveberiya Xweser nirxê mazotê bilind dike. Mazota ku bi 4700 lêreyên sûrî dihat firotin, îro bûye bi 6150 lîreyan e. Ev yek nerazîbûn li cem welatiyan peyda kiriye ku welatî dibêjin, biryara Rêveberiyê rewşa xelkê Rojavayê Kurdistanê berbiçav nagire û biryaran bê berpirsiyarî werdigire.
Ajoker Kamîran Hemo: “Miletê me bi gelemperî hejar e. Îro mazot biha bûye, em wek ajokaran neçar in kirêya çûnûhatinê giran bikin, ev jî ji milet re pir giran tê. Ji bilî ku hemû tişt bi mazotê ve girêdayî ku pê re biha dibe. Ev bihabûna di roj û şevekê de, ne di cihê xwe de ye û zoreke mezin li milet dike ku em di heman demê de dorpêçkirî ne jî.”
Li Rojavayê Kurdistanê asta hejariyê bilind bûye bi taybetî di salên dawiyê de û bi her zêdebûneke nirxê sotemeniyê re jî barê xelkê girantir dibe, ji ber ku bilindkirina nirxê mazotê bandorê li nirxê hatûçûnê û nirxê hemû kelûpelan jî dike.
Welatî Şêxmûs Mihemed: “Hemû tişt bi mazotê ve girêdayî ye, benzîn biha bibe, ne wek mazotê ye. Bi bihabûna mazotê re hemû xwarin jî biha dibe û miletê me jî hejar e. Hêviyek me heye ku bihayê mazotê wek berê bibe.”
Welatî Seyid Ehmed: “Bi bihabûna mazotê re, kirêya çûnûhatin û veguhastinê biha dibe, ev yek hemû jî bandorê li milet dike.”
Her car Rêveberiya Xweser bilindkirina nirxê sotemeniyê, bi daketina lîreya sûrî beramberî dolarê Amerîkî girê dide, lê vê carê û ji ber ku ji heyama çend mehan ve nirxê lîreyê çîger e, ti biryarek fermî bi giraniyê nehatiye belavkirin.