Mesûd Pizîşkiyan: Em bizavê ji bo bidestxistina çekê etomî nakin

Mesûd Pizîşkiyan û Rafael Grossi
Mesûd Pizîşkiyan û Rafael Grossi

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji Serokê Ajansa Enerjiya Etomî re ragehand, “Em bizavê ji bo bidestxistina çekê etomî nakin.”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Pêncşem, 14.11.2024) di çarçoveya civîna xwe ya bi Serokê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî Rafael Grossi re got ku, dixwaze goman û neroniyan li ser bernameya navokî ya welatê xwe nehêle.

Li dû ragehandineke Serokatiya Komara Îranê, Pizîşkiyan ji Rafael Grossi re ragehandiye, “Wekî ku me gelek caran niyetpakijiya xwe diyar kiriye, em amade ne alîkarî û nêzîkbûnê bi vê rêkxistina navdewletî re bikin, ji bo nehêlana neronî û gomanan li ser çalakiyên etomî yên aştîxwaz ên welatê me.”