Teqînek li başûrê Dîmeşqê çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Teqînek li başûrê Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê çê bû, kuştî û birîndar hene.
Derengê êvariya duhî (Pêncşem, 14.11.2024) teqînek li derdora devera Seyîde Zeyneb li başûrê Dîmeşqê çê bû.
Artêşa Israîlê duhî du êrîş kirin ser Sûriyeyê, yek ji wan bo ser devera Mezeyê ya Dîmeşqê û ya din jî bo ser pireke devera Qeyserê li nêzî sinorê Libnanê.
Ajansa Sanayê ya Nûçeyan a Erebî parve kiriye, “Ji encamê destdirêjiyên Israîlê li ser hejmareke avahiyên akincîbûnê li navenda Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê, 15 kes hatin kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn.”
Artêşa Israîlê jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, êrîşa wê bo ser Sûriyeyê ji ber hebûna dezgeh û bingehên Tevgera Hemasê li Sûriyeyê bûye.
Wê ajansê ji zarê berpirsekî serbazî yê Sûriyeyê ve parve kiriye ku, ew avahiyên hatine armanckirin dikevin bajarên Meze û Qudsiyeyê ku du taxên Rojavayê Dîmeşqê ne.