Bihayê bitcoinî daket

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku di dema nêzî 10 rojên borî de bihayê bitcoinî bilindbûneke bilez tomar kir, îro pareke zêde ya bihayê xwe ji dest da, ew jî ji ber kêmbûna daxwaziyê li ser wî diravî bû.

Bihayê bitcoinî li serê sibeha îro (În, 15.11.2024) ji bo nêzî 87 hezar dolaran daket, ew jî nêzî şeş hezar dolaran ji wê kêmtir e ya ku di rojên borî de tomar kiribû, ku di dîroka wî diravî de bilindtirîn ast bû.

Daketina bihayê bitcoinî du sedemên serekî hebûn, yek ji wan ew e ku ji duhî ve hêdî hêdî daxwazî li ser wî diravî daketiye, ew jî ji ber wê yekê ye ku gelek ji serederîkeran di rojên borî de bitcoin kirîne û niha ku dizanin bihayê wî dadikeve difiroşin. Wesa berçavkirin zêde dibe û daxwazî kêm dibe û bihayê wî dadikeve.

Sedema duyê ew e ku sûkên darayî li benda ronbûna arasteyê paşerojê yê siyaseta aborî ya Trump in, bi awayekî ku hêşta diyar nîne ka gelo sozên xwe yên di dema bangeşeyê de li ser diravên dîjîtalî bi cih tîne an na.

Ji bilî van her du sedeman jî, gotareke Serokê Civata Yedeg a Federalî ya Amerîkayê Gerom Paul hebû, behsa wê yekê dikir ku lezê di kêmkirina rêjeya feydeyê bankî de nakin, ku ev jî amajeyeke bihêz e ji bo dolarê Amerîkayî û dijî bitcoin û zêrî ye jî.