Li Êlihê 24 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, 24 kes bi tometa beşdariya di xwepêşandanên li dijî qeyuman de, hatin binçavkirin.

Li Êlih û çend deverên din ên Bakurê Kurdistanê, duhî nerazîbûn û xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûmanan hatin kirin.

Li gorî agahiyan, îro 17ê Mijdarê danê sibe hêzên ewlehiyê avêtine ser malan û çend kes bi tometa beşdarbûna di xwepêşandanan de binçav kirin.

Çavkaniyên nêzîkî DEM Partiyê dan zanîn, herî kêm 24 kes hatine binçavkirin.

Roja 4'ê Mijdarê şaredarên DEM Partiyê yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bi hinceta endamtiya PKK'ê hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibûn danîn. Ev yek bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanan.

 
Fly Erbil Advertisment