Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê çend pirsan gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Berpisê UNAMI gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û giringiya çareserkirina pirsgirêkan kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî şeva borî 18ê Mijdarê pêşwazî li Nûnerê Taybetê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê û Berpirsê UNAMI Dr. Mihemed El-Hessan kir.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de li ser bingehê destûrê hatin gotûbêjkirin.

Di mijareke din de, tekez li ser berdewamiya rola UNAMI ji bo parastina aramî û asayîşa Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.