Li Êlihê 12 kes hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 12 kes bi tohmeta ku beşdarî xwepêşandanên li dijî danîna qeyûman bûne, hatin girtin.
Karvedanên nerazîbûnê û xwepêşandanên li dijî danîna qeyûman li ser 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin.
Hêzên ewlehiyê 2 roj berê avêtibûn ser malên çend kesan û 24 kes ku piraniya wan endamên DEM Partiyê ne, bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne, girtin.
Hat zanîn, kesên hatin girtin derketin pêşberî dadgehê û ji wan 12 kes hatin girtin, 12 kesên din jî bi kontrola edlî hatin berdan.
Roja 4'ê Mijdarê şaredarên DEM Partiyê yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bi hinceta endamtiya PKK'ê hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibûn danîn. Ev yek bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanan.