Wezîrê Samanên Sirûştî dema destpêkirina hinardekirina petrolê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê pêşbînî dike ku petrola Kurdistanê di destpêka sala bê de careke din were hinardekirin. 

Wezîrê Samanên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ji K24ê re ragihand: “Ji ber rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, mehane zêdetirî 1 milyar dolar ziyan digihe xezîneya Iraqê û heta niha nêzîkî 20 milyar dolar ziyan gihîştiye xezîneya Iraqê.”

Kemal Mihemed Salih diyar kir: “Di dema borî de weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, me çendîn rêkeftin ligel hikûmeta federal ji bo hinardekirina petrolê îmze kiribûn, lê xalek di yasaya bûdceya Iraqê de heye ku lêçûna derxistin û veguhestina petrolê 6 dolar bo her bermîlekê ji bîrên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, rê li ber cîbicîkirina rêkeftinan û hinardekirina petrolê girtiye.”

Wezîrê Samanên Sirûştî da zanîn jî: “Wan li ser sererastkirina projeyasaya bûdceyê û zêdekirina lêçûna derxistin û veguhestina petrolê bo nêzîkî 20,6 dolarî ligel hikûmeta federal li hev kirine û di qonaxa yekem de jî nêzîkî 16 dolar ji bo kompanyanan dê were dayîn.”

Herwiha got jî: “Me bi hikûmeta federal re li hev kir ku piştî sererastkirina yasaya bûdceyê, kompanyayeke şêwirmendî ya navneteweyî ya bêalî lêçûnên derxistin û hinardekirina petrolê kontrol destnîşan bike û dê 60 roj dem ji kompanyayê re were dayîn ku mîqdara rastîn diyar bike.”

Wezîrê Samanên Sirûştî bi dûr zanî jî ku parlamentoya Iraqê rê li pesendkirina guhertina bihayê berhemanîn û hinardekirina petrolê li Herêma Kurdistanê bigire, çinkû ji bo vê armancê di navbera aliyên siyasî de rêkeftinek hatiye kirin.

Wezîrê Samanên Sirûştî pêşbînî dike ku sererastkirina yasaya budceyê di dawiya vê salê de derbas bibe, amadekarî biqedin û hinardekirina petrolê di destpêka sala bê de (2025) ji nû ve dest pê bike. 

 
 
Fly Erbil Advertisment