Rûsyayê xaleke nû ya kontrolê li ser sînorê Sûriye û Îsraîlê danî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Rûsî li Sûriyê bicihbûna xwe ya leşkerî li nêzîkî "herêma veqetandina hêzan" li başûrê Sûriyeyê, li ser sînorên bi xaka Felestînê re zêde dike.
Cîgirê Fermandarê Hêzên Rûsî li Sûriyeyê General Alexander Rodionov ragihand, hêzên wan bi hevahengî ligel artêşa Sûriyeyê, xaleke din a kontrolê li ser sînorê di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de anî.
Li gorî General Alexander Rodionov, bi vê yekê re jî, hejmara xalên Rûsyayê li herêmê digihe 9 xalan.
Bi gotina General Alexander Rodionov, erkê van xalan ew e ku bi rêya asmanî û bejayî çavdêriyê bikin, da ku aramî û ewlehî li wê deverê bicih bibe.
Herwiha got ku Rûsya ji ti xalên xwe li nêzîkî bilindahiyên Golanê venekişiyaye, lê belê xalên xwe bihêz kirine.
Li gorî şopîneran, danîna van xalan ji aliyê Rûsyayê ve, di çarçoveya kêmkirina rageşiya li herêmê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de tê.
Di sala 2018an de Rûsyayê xaleke kontrolê ya leşkerî li nêzîk bilindahiyên Golanê ava kiribû, lê piştî şerê vê dawiyê yê di navbera Hemas û Îsraîlê de û şerê li Libnanê, Rûsyayê hejmara xalên kontrolê yên leşkerî zêde kir.