Her welatiyekê tevlî serhejmêriyê nebe li paşerojê tûşî arêşeyan dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Ew kesên ku cihê xwe yê manê guhertiye, 16 pirsyar di serhejmêriyê de jê tên kirin. Herwesa her welatiyekê tevlî serhejmêriyê nebe, li paşerojê tûşî arêşeyan dibe.

Wezareta Pilandananê ya Îraqê careke din welatiyan piştrast dike ku çi meremeke siyasî li piştî serhejmêriya giştî ya Îraqê nîne, herwesa daxwazê ji welatiyên sinorê deverên veqetandî û awareyan jî dike ku tevlî wê piroseyê bibin û navên xwe tomar bikin û zanyarên durist bidin tîman. Şarezayekî warê amarê jî ji aliyê xwe ve dibêje, “Her welatiyekê tevlî serhejmêriyê nebe, li paşerojê arêşeyên birêvebirina karûbaran li dezgehên dewletê jê re çê dibin, ji ber ku tevlî serhejmêriyê nebûye û erşîf û zanyarên wî li cem hikûmetê nînin.”

Berdevkê Wezareta Pilandananê ya Îraqê Ebdulzehre Hindawî ragehand, “Pilana serhejmêriyê tenê ji bo merema pêşxistina giştî hatiye danan”. Piştrastî jî welatiyan û awareyan û şêniyên deverên veqetandî ku tevlî wê piroseyê bibin û navên xwe tomar bikin. Hikûmeta Îraqê ji bo wê yekê kar dike ku wê tirsê nehêle, ku tê gotin encamê serhejmrêiyê ji ber awareyan û yên ku cihê mana xwe guhertiye demografiya sinorê parêzgehan û nasnameya welatiyan dişêwîne.

Ebdulzehre Hindawî herwesa got, “Ên ku cihên xwe yên manê guhertine, pirsyar li ser cihên wan ên niha û yên berê û ka ev çend e cihê xwe guhertiye jê tê kirin, herwesa ka sedema veguhastina wan çi bûye. 16 pirsyar li ser awarebûna wan jê tên kirin û divê bersivên wan durist bin ji bo ku nasnameya xwe ji dest nedin.”

Tomarkirina data û zanyarên malbat û kes û xanî û heta pêdivîtiyên din jî ji aliyê tîmên serhejmêriyê ve li paşerojê ji bo dezgehên dewletê dibe hêvênê amara durist, lewma her kesekê bê sedem tevlî wê piroseyê nebe, dê li tevaya fermangehên hikûmetê arêşeya birêvebirina karûbaran jê re çê bibe.

Şarezayê warê amarê Muzefer Kerxî di wî warî de ji K24ê re got, “Eger tu tevlî vê piroseyê nebî û navê xwe tomar nekî, te li paşerojê li dezgehên hikûmetê erşîf ji bo xwe û zarokên xwe nabe, lewma hêvî ye xwe tûşî wê serêîşiyê meke, ji ber ku ev ji bo Îraqê dibe dîrok, divê Îraqî nasname û eslê xwe biparêzin. Wekî welatiyek, divê tevaya zanyarên te li cem hikûmetê hebin, ji bo paşeroja te giring e.”

 
Fly Erbil Advertisment