Dara Reşîd: Em ji welatiyan dixwazin bo serhejmêriyê vegerin warên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Pilandananê yê Herêma Kurdistanê daxwazê ji wan welatiyan dike yên ku mane vegerin warên xwe, ji bo ku bên serhejmêrkirin û wekî xelkê resen ê wan deveran bên tomarkirin.
Wezîrê Pilandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd îro (Çarşem, 20.11.2024) di konferanseke data û zanyaran de ragehand, “Bi hevkarî û hevahengiya Wezareta Pilandananê ya Îraqê, me karî bi awayekî biserkeftî bigehin roja yekê ya serhejmêriyê.”
Dara Reşîd herwesa got, “Em spasiya desteya amarê û tevaya birêveberiyên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce û îdareyên serbixwe yên Soran, Raperîn, Germiyan û yek bi yek Desteya Amarê ya Kurdistanê dikin ku, karîne bi awayekî biwêrane û bi demeke kêm û bi kêmtirîn budce zêdetirîn kar bikin.”
Wezîrê Pilandananê yê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Em wekî Herêma Kurdistanê gelek paştir li paş Hikûmeta Îraqê bûn, ji ber arêşeya tablêtan, heta em gehiştin çareserkirina arêşeya wan tablêtan.”
Dara Reşîd herwesa ragehand, “Em spasiya xelkê deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê dikin ku vegeriyane cihên dîrokî yên bav û kalên xwe, em hêvîdar in ên ku mane jî vegerin warên xwe ji bo ku bên serhejmêrkirin, ji ber ku ew kesên li rojên 20 û 21ê vê mehê tên serhejmêrkirin wekî xelkê resen ê wan deveran tên tomarkirin.”
Navbirî ron jî kir, “Herêma Kurdistanê gelek ji mêj ve li benda serhejmêriya şêniyan e, ji ber ku ew serhejmêrî gelek giring e. Ew serhejmêrî rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê ji hejmara giştî diyar dike, ew jî ji bo wê yekê ku êdî ji aliyê Hikûmeta Îraqê û gêwlê siyasiyên Îraqê ve yarî bi pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê neyên kirin.”
Piroseya serhejmêriya şêniyan li Îraq û Herêma Kurdistanê seet 07:00 ê sibeha îro (Çarşem, 20.11.2024) dest pê kir û heta sibe (Pêncşem, 21.11.2024) berdewam dibe.