Balyozxaneya Amerîkayê li Kiyêvê hat daxistin

Balyozxaneya Amerîkayê li Kiyêvê
Balyozxaneya Amerîkayê li Kiyêvê

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Kiyêvê radigehîne ku deriyê xwe dadixin, piştî ku zanyar li ser gomana êrîşeke asmanî ya Rûsyayê gehiştin wan.

Balyozxaneya Amerîkayê li Kiyêvê îro (Çarşem, 20.11.2024) di malpera xwe de ragehandiye ku, zanyarên hûr li ser gomana êrîşeke asmanî ya mezin gehiştine wan, wekî rêkareke xweparastinê deriyê xwe dadixe û herwesa daxwazê ji karmendên xwe dike ku li cihên xwe bimînin.

Balyozxaneya Amrîkayê li Kiyêvê karmendên xwe raspartine ku “Eger zenga êrîşa asmanî hat lêdan, ji bo penadanê amade bin.”

Ev haydarî çend rojan piştî wê yekê tê ku, îdareya Serokê Amerîkayê Joe Biden rê da Ukraynayê ku moşekên dûrmewda ji bo êrîşkirina li ser axa Rûsyayê bi kar bîne.

Çend heftiyan berî hilbijartinên Serokatiya Amrîkayê, Putin ferman da ku guhertin di qanûna bikaranîna çekê etomî de bê kirin, bi wî şertî ku her êrîşeke asayî ku li ser Rûsyayê bi alîkariya welatekî xwedî çekê etomî bê kirin, mimkin e wekî êrîşeke hevpar bo ser Rûsyayê bê hesibandin.

Di wê fermana serokatiyê de hatiye, “Bi armanca baştirkirina siyaseta Rûsyayê di warê xweparastina etomî de, ez biryarê didim belgenameyekê ku bingehên siyaseta welatê federasyona Rûsyayê ne di warê bersivdana etomî de bipejirînim.”

Ew biryar ji roja Sêşemê (19.11.2024) ve tê bicihanîn.