Bo şaredarên Dêrsim û Pulurê 3 sal û 6 meh sizayê girtîgehê hat birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku Hevserokê Şaredariya Dêrsimê û Serokê Şaredariya Pulurê ji ber endamtiya rêxistina neyasayî 6 sal û 3 meh sizayê girtîgehê hatiye birîn.
Bo Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak ku ji Dem Partiyê hatibû hilbijartin û Serokê Şaredariya Pulurê 6 sal û 3 meh sizayê girtîgehê hat birîn.
Herdu şaredar ji doza endambûna rêxistina neyasayî diharin darizandin û dadgehê derbarê wan de biryara 6 sal û 3 meh sizayê girtîgehê da.
Di 31ê Adarê de Cevdet Konak ji DemPartiyê bibu namzet û %40ê dengan wergirtibû û bûbû Hevserokê Şaredariya Dêrsimê, Mustafa Sarigul jî ji CHPê bibu namzet û %33yê dengan wergirtibu û bûbû Serokê Şaredariya Pulurê.