Li Tirkiyeyê nirxê sebze û meyweyan ji sedî 100 biha bûye

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê piştî ku werzê sebzeyên li zeviyan dawî hat û sebze û meyweyan serayê li bazarî zêde bûn, nirxê gelek ji wan ji 100 heta 200 biha bûye. Sebzefiroş dibêjin, pirsgirêk tenê bihabûna sebzeyan niye, hêza kirîna welatiyan jî gelek lawaz bûye. 

Bi nêzikbûna demsala zivistanê û sarbûna hewayê nirxê gelek sebze û fêqiyan ji sedî 100 heta 200 biha bûye. Lewra niha gelek berhemên li bazarî yên serayê ne. 

Piraniya wan ji bajarên dûr ên wekî Antalya, Mêrsîn û Edeneyê dikevin nav bazarên Stenbolê û heqê rê jî xerceka din li ser nirxê wan zêde dike. Sebzefıroş: “Malê li zeviyan xilas bûye û êdî mal ketiye serayê. Sera jî xercên xwe zêde ye. Lewma sebze jî biha dibe. Îsot havînê 25 lîre bû niha bûye 70 lîre. Tamata jî me 20 lîreyan difrot, niha bûye 70 lîre. Her tişt sê û çar qat zêde giran bûye.”

Sebzefiroşek din jî bi mînakekê lawaziya hêza kirîna welatiyan eşkere dike. 

Sebzefıroş: “Ewil we 120 lehana dianî û me xilas dikir lê niha em 40 lehane jî tînin em nikarin xilas bikin ji ber ku hêza kirînê ya welatiyan nemaye. Birokolî 60 lîre bû niha bûye 120 û 150 lîre. Kîloya karnibahar 60 lîre bû niha bûye 100 lîre. Li bazarê pirsgirekekî mezin heye.”

Welatî jî gelek bigazind in û daxwaza çareseriyekê ji hikûmeta xwe dikin. 

Welatî: “Bazar gelek biha ye. Me berê sê çar kîlo tişt dikirî, niha em nikarin nîv kîlo jî bikirin. Bi rastî jî gelek biha ye. Ewilî erzan bû me ew qas zêde dikirî, tiştên me li dolabê diriziyan. Lê niha em kêm kêm dikirin.”

Di demsala havînê de erzanbûna sebze û feqiyan nehiştibû rêjeya helawsanê bilind bibe lê wisa diyar e rêjeya helawsanê ya vê mehê û çend mehên li pêşiya me dê bilind bibe. Jixwe Banka Navendî jî pêşbiniyên xwe yên di derheqê helawsanê de ber bi jor ve guhertibû. 

 
Fly Erbil Advertisment