Rêveberiya Xweser nirxê nan bilind kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser piştî zêdekirina nirxê mazotê, nirxê nan jî bilind dike.

Li gorî biryareke Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ku duhî 20ê Mijdarê ji Komîteya Saylo û Aşan re şandiye, tê de nirxê nan 500 lîreyên sûrî zêde bûye û bihayê yek kîsê nan ji 1500 lîreyên sûrî, bûye 2 hezar lîre.

Di biryarê de hatiye ku ev biryar bi erêkirina Encûmena Aborî û Çandiniyê û piştî lêkolîna li ser lêçûna kirina nan hatiye û dê ji roja Şemiya bê ve bikeve warê cîbicîkirin.

Ev yek piştî wê tê, beriya 10 rojan jî Rêveberiya Xweser nirxê mazot bilind kiribû û ji 4700 lîreyên Sûrî kiribû 6 hezar lîre.

Herêmên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ji deverên herî dewlemend ên Sûriyeyê tên hejmartin, ji ber hebûna petrol û rûberên berfireh ên çandiniyê, ku ev yek pirsa sedemên xirabbûna asta jiyanê û nebûna piştgiriyeke baş ji xelkê re, derdixe holê.

Çalakvanên herêmê vê biryarê weke “barekî zêde” pênase dikin ku dê zehmetiyên rojane girantir bike û pêşbîniya karvedanên nerazîbûnê yên berfireh ji aliyê xelkê ve dikin.

 
Fly Erbil Advertisment