Qeyum li ser şaredariyên Dêrsimê û Pulurê hatin danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredarên Dêrsimê û navçeya Pulurê hatin dûrxistin û şûna wan qeyûm hatin danîn. 

Şaredarê Dêrsimê yê DEM Partiyê Cewdet Konak û Şaraderê navçeya Pulurê yê CHPê Mustafa Sarigul hatin dûrxistin û şûna wan qeyûm hatin danîn. 

Şaredarê Dêrsimê Cewdet Konak û şaredarê navçeya Pulurê Mustafa Sarigul, du roj berê bi tometa endamtiya PKKê bi şeş sal û 3 mehan, sizaya zîndanê hatibû sizadan.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, her du şaredar, bi tometa endamtiya PKKê ji hêla Dadgeha Sizaya Giran a Dêrsimê ve hatine sizadan û ji ber vê jî hatine dûrxistin.

Di 31ê Adarê de Cevdet Konak ji Dem Partiyê bûbû namzet û %40 ê dengan wergirtibû û bûbû Hevserokê Şaredariya Dêrsimê, Mustafa Sarigul jî ji CHPê bûbû namzet û %33 ê dengan wergirtibû û bûbû Serokê Şaredariya Pulurê.

 
 
Fly Erbil Advertisment