Davutoglu li Dihokê serdana malbata qurbaniyên bûyera li Mêrdînê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li Dihokê serdana malbata ku pênc endamên wê li Mêrdînê hatibûn şehîdkirin kir. 

Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Ahmet Davutoglu îro 23ê Mijdarê serdana malbata ku pênc endamên wê li Mêrdînê hatibûn şehîdkirin kir û careke din sersaxiyên xwe pêşkêş malbatê kir. 

Endamê malbatê Herbî Celaledîn ji K24 ragihand, Davutoglu doza kuştina endamên malbata wan li Mêrdînê ji nêz ve şopandiye û di pêwendiya telefonî de jî gotibû dema ku were Dihokê, dê serdana malbatê bike. 

Herbî Celaledîn dibêje, her çend du kujerên pênc endamên malbatê bi sizaya hetahetayê hatine sizadan jî, ew bawer nakin bûyer ji hemû aliyan ve hatiye zelalkirin û serdana Davutoglu jî bo şopandin û piştevaniya dozê wek derfet dibînin.

Roja 19ê Çileya 2023an li bajarkê Nisêbînê yê bi ser parêzgeha Mêrdînê ve, pênc welatiyên bajarê Dihokê di erebeyekê de ji aliyê çend kesan ve hatin şehîdkirin. Dadgeha Mêrdînê jî roja 14.11.2024an sizayê zindanîkirina hetahetayê li ser du ji kujerên malbata Dihokê sepand.

Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu di çarçoveya beşdariya di Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) de li Dihokê ye.