Li Qersê bi hêza 4.0 pileyan erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 4.0 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand, li navçeya Qaxizmanê ya Qersê îro demjimêr 04:47 erdhejek bi hêza 4 pileyan rû da.
AFADê da zanîn jî, kûrahiya erdhejê 7.71 kîlometre bin erdê bûye.
Li gorî AFADê, di encama erdhejê de rewşek neyînî derneketiye holê.