Sûdanî: Hejmara şêniyên Îraqê ji 45 milyon û 407 hezar kesan derbaz bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê di konferanseke rojnamevanî de encamên berahiyê yên serhejmêriya giştî ya şêniyên Îraqê radigehîne û dibêje, “Hejmara giştî ya şêniyên Îraqê ji 45 milyon û 407 hezar kesan derbaz bûye, rêjeya şêniyan li bajaran 70.3% û li gundan jî 29.7% ye.”
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Duşem, 25.11.2024) di konferanseke rojnamevanî de encamên berahiyê yên serhejmêriya giştî ya şêniyan ragehandin.
Serokwezîrê Îraqê amaje da, “Hejmara giştî ya şêniyên Îraqê ji 45 milyon û 407 hezar kesan derbaz bûye, rêjeya şêniyan li bajaran 70.3% û li gundan jî 29.7% ye.”
Sûdanî ron jî kir, “Li dû encamên berahiyê yên serhejmêriya şêniyan, hejmara tevahiya giştî ya malbatan li Îraqê gehiştiye 7 milyon û 898 hezar û 588 malbatan û tevahiya qebareya malbatan gehiştiye 503 kitan.”
Navbirî eşkere jî kir, “Hejmara endamên nêr li Îraqê gehiştiye 22 milyon û 784 hezar û 62 kesan, yanî 50.1%.
” Herwesa got, “Hejmara endamên mê gehiştiye 22 milyon û 623 hezar û 833 kesan, yanî 49.8%.”
Encamên berahiyê yên serhejmêriya şêniyan li Îraq û Herêma Kurdistanê:
1. Tevahiya giştî ya hejmara şêniyan: Zêdetirî 45 milyon û 407 hezar kesan.
2. Rêjeya şêniyan li bajaran: 70.3%.
3. Rêjeya şêniyan li gundan: 29.7%.
4. Hejmara malan: 8 milyon û 37 hezar û 221 mal.
5. Hejmara tevahiya giştî ya malbatan: 7 milyon û 898 hezar û 588 malbat.
6. Tevahiya qebareya malbatan: 5.3 kit.
7. Hejmara kitekesên nêr: 22 milyon û 784 hezar û 62 kes (50.1%).
8. Hejmara kitekesên mê: 22 milyon û 623 hezar û 833 kes (49.8%).
9. Rêjeya şêniyên di bin jiyê karkirinê de, kêmtir ji 15 saliyê: 36.1%.
10. Rêjeya şêniyên di jiyê karkirinê de, di navbera 15 heta 64 salî de: 60.2%.
11. Rêjeya şêniyên di ser jiyê karkirinê de, 65 salî û mezintir: 3.7%.
12. Rêjeya şêniyên kar dikin: 60%.
13. Rêjeya zêdebûna şêniyên Îraqê: 2.3%.