Helbestvan Evîn Şikakî berhemeke nû bi navê “Keça Dilê Te Me” çap kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd Evîn Şikakî ya ji Dêrika Hemko pirtûkeke helbestan a bi navê “Keça Dilê Te Me” çap kir.
Pirtûka “Keça Dilê Te Me” berhema pêncem a Evîn Şikakî ye, ji 36 helbestan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Nûbihar ve hatiye çapkirin.
Helbestvan Evîn Şikakî li ser vê berhema xwe ya nû ji K24ê re got: “Berhema min a nû ji 36 helbestan pêk tê. Naveroka helbestên wê jî li ser penaberî, derbiderî, hestê jinê, evîna ax û welat herwiha hezkirina bav e.”
Evîn Şikakî ji bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdîstanê ye û çend sal in li belcîkayê dimîne. Evîn helbestvan û nivîskar e, di heman demê karê rojnamegeriyê jî kiriye û yek ji damezirînerên Peymangeha Bedirxan a Zimanê Kurdî bû ku sala 2012an li Dêrika Hemko hatibû damezirandin.
Berhemên Evîn Şikakî:
1- Karwanê Baranê: Helbest ji weşanxaneya Dar Aleman – Şam, sala 2005an.
2- Antolojiya Helbesta Kurdî ya Nûjen ya helbestvanên jin bi navê Fîxana Pênûsên Nazik, ji weşaxaneya Ronahî, sala 2012an.
3- Wergerandina romana Dema ku Serok Hat Kuştin yê nivîskarê Ereb Necîb Mehfûz, ji zimanê erebî bo kurdî sala 2017an li Misirê.
4- Hêviyên Dara Hinarê: Helbest ji weşanxaneya Avêsta, sala 2014an.
5- Keça Dilê Te Me: Ji weşanên Nûbiharê sala 2024an.
Keça Dilê Te Me
Ji cenga mirinê direvim
li pey xwe sihikên mirovan
xaniyên kavil
rêyên pîr, lêxistina deriyan
di sibehên cejnê de
û strana: hoy… hoy delala dilê min dêrik buhişt e…
li pey xwe dihêlim
di bosteke av de dixeniqim
ji dengê xwe têm şuştin
bêriya xwe dikim
noq dibin……
di ava deryaya spî de
li binîîîîîî…
li binî disekinim
koçberan kêl bi kêl dijmêrim..