Li Tirkiyeyê di nava salekê de buhayê xurekan bi rêjeya ji sedî 82 zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî lêkolînên Konfederasyona Kar a Hevgirtiyên Gelemperiyê, di nava salekê de li Tirkiyeyê bihayê xurekan %82 zêde bûye û 54 meh in li Tirkiyeyê bihayê xurekan bênavber zêde dibe û hêza dansuatanê ya welatiyan jî dadikeve. Esnaf dibêjin, sedem bihabûnê neyîna pişkinînê ye ku saziyên fermî li ser bazarê çavdêriyek rêkûpêk nakin.
Konfederasyona Kar a Hevgirtiyên Gelemperiyê derbarê rewşa bazarê û bihayên xurekan de raportek balkêş parve kir. Li gorî raportê ji cotmeha 2023yê heta mijdara 2024ê bihayê xurekan %82 zêde bûye, di nava mehekê de jî bihayê xurekan %6.9 zêde bûye, raport dide zanîn ku 54 meh in bihayê xurekan bênavber zêde dibe. Derbarê vê rewşê de esnaf balê dikêşin ku saziyên fermî yên ku ji çavdêrî û pişkinîna bihayan berpirsiyar in bi awayeke bibandor û rêkupêk pişkinînan nakin û ev yek zêdebunek ji rastiyê dur derdixe holê.
Esnaf Adil Aydin: “Ji ber ku pergala pişkinînê nemaye biha jî wisa zêde dibin, her tişt biha buye, li kargeheê kîloya zeytun 200 lîre ye lê li cihek din 350 lîre ye, pişkinîn nemaye û bi teybetî jî li herêma me pereye welatiyan nîne."
Li gorî lêkolînan ji îlona 2021ê ve bihayê xurekan %955 zêde bune û xurekên ku bi 100 lîreyî dihatin kirrîn niha bi 1055 lîreyî tên standin. Welatî dibêjin êdî ew nikarin li gorî pêdiviyên xwe danustanê bikin.
Welatî: “Hatin çun heye lê danustan nemaye, xelk nikarin tiştekî bistînin.”
Welatî: “muçeyê min 500 lîre ye, têra min nake, ez nizanim ezê çi bikim.”
Welatî: “Kîloya zeytun çuye 200 lîre, berê bi 50 lîre me turikê xwe tije dikir û pere jî ji ber dima, niha nikarim tiştek bistînim, hevjînê min ji gurçikên xwe nexweş e, ez nikarim pêdiviyan bistînim”
Ji Hezîrana 2020ê ve bihayê xurekan 14 qat zêde bûne û ji ber ku muçeyê xebatkaran li gorî zêdebûna bihayê xurekan nayê zêdekirin hêza dansûtanê ya welatiyan jî dadikeve.