Rûsya: Ya ku li Helebê rû dide li ser serweriya Sûriyeyê êrîş e
Navenda Nûçeyan (K24) - Rûsya nîgeraniya xwe li beranberî rûdan û pêşhatên serbazî û çekdarî yên Sûriyeyê diyar dike, herwesa daxwazê ji hikûmeta wî welatî dike ku wê rewşê kontirol bike.
Berdevkê Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) Dmitry Peskov îro (În, 29.11.2024) ragehand ku, welatê wî rewşa ewlehiyê ya Helebê û deverên derdora wê wekî dijminatî li ser serweriya Sûriyeyê dihesibîne.
Berdevkê Kremlinê herwesa got, “Rûsya ji bo sepandina desthilatê û vegerandina ewlehiyê li deverê piştgiriya Hikûmeta Sûriyeyê dike.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (În, 29.11.2024) ragehand, “Desteya Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê li dijî artêşa Hikûmeta Sûriyeyê êrîşeke berfireh bo ser bakurê rojavayê Sûriyeyê û xasma bo ser Helebê dest pê kir.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ron jî kir, “Zirarên canî û madî ji pêkdadanên navbera komên girêdayî operasyona bersivdana dijminkarî û artêşa Hikûmeta Sûriyeyê çê bûn.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amaje jî da, “Di çarçoveya wan şer û pêkdadanan de yên ku li roja Çarşemê (27.11.2024) çê bûn, 242 kes hatin kuştin.”