Tirkiye: Di 24 seetên borî de me 1626 koçberên neqanûnî girtine

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê amajeyê dide, “Operasyonên Mertal-32ê li dijî koçkirina neqanûnî berdewam in û di dema 24 seetên borî de, yek hezar û 626 koçberên neqanûnî bi 55 qaçaxçiyan re hatine desteserkirin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya îro (În, 29.11.2024) li ser tora civakî ya Xê ragehand, “Operasyonên Mertal-32ê li dijî koçkirina neqanûnî berdewam in û di roja Pêncşemê de, yek hezar û 626 koçberên neqanûnî bi 55 qaçaxçiyan re hatine desteserkirin ku 13 ji wan biyanî ne.”

Ali Yerlikaya amaje jî da, “Di deh mehên borî de, şeş hezar û 339 operasyon li dijî qaçaxçiyên koçkirina neqanûnî hatine kirin û di encamê de sê hezar û 924 qaçaxçî hatine desteserkirin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê di pareke din a peyama xwe de tekez kiriye, “Operasyonên me li dijî koçkirina neqanûnî dê bê veqetiyan berdewam bin.”

Medyayên Tirkiyeyê duhî (Pêncşem, 28.11.2024) parve kir, “Tîmên Fermandeya Zêrevanên Deryayê li dû zanyara asêbûna bi dehan koçberên neqanûnî û jikarkeftina du beleman li nîva deryayê, li nêzî kinarên parêzgeha Izmîrê operasyoneke rizgarkirin û hawarhatinê kir û karî zêdetirî 200 koçberên neqanûnî ji xeniqînê rizgar bikin.”