Heleb bi temamî hat kontirolkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan radigehîne, “Ji piştî serhildana hevrikiyên navxweyî yên Sûriyeyê li sala 2011ê ve, ev cara yekê ye ku bajarê Helebê li bin kontirola Sûriyeyê namîne.” Herwesa dibêje, “Komên çekdar destê xwe danaye ser tevaya taxên Helebê, ku hêzên artêşê tê de hatibûn binecihkirin.”
Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman ji ajansa France Pressê re ragehand, “Desteya Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê hemî bajarê Helebê kontirol kir, ji bilî taxên li bin desthilata hêzên Kurdî.” Herwesa got, “Ji piştî serhildana hevrikiyên navxweyî yên Sûriyeyê li sala 2011ê ve, ev cara yekê ye ku bajarê Helebê li bin kontirola Sûriyeyê namîne ku bajarê duyê yê herî mezin ê Sûriyeyê ye.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan herwesa parve kir, “Artêşa Sûriyeyê mana xwe li derdora bajarê Hemayê yê naverasta Sûriyeyê ragehand, ev jî piştî ku komên çekdar li wê bereyê pêşrewî kir.” Di eynî demê de Beşar Esed jî soz da ku “wan bişkîne”.
Artêşa Sûriyeyê li roja Şemiyê (30.11.2024) ragehandinek li ser şerê Heleb û Idlibê parve kir û amaje da ku “li çend bereyekan şerekî giran bi hêzên berhelistkaran re (Desteya Tehrîr Şamê û alîgirên wê) kir û pir-bereyîya pêkdadanan wesa li wan kir ku hêzên xwe bi niyeta dubare xwerêkxistinê vekêşin.”
Artêşa Sûriyeyê tekez jî kir ku “Xwevekêşana wan ji çend bereyan ji bo heyameke demkî ye, hêzên piştevaniyê gehiştine bereyên şer û xwe ji bo êrîşeke berevajî amade dikin.”